şev e
ji xeynî min
û çûna te
ti tiştekî din tine
şev e
keştiyeke li ser rê me
li ber deriyê benderê şipyakî
li bendê me
xeyalên min li avên te dixin weke biriqandinên tavê
li ser avê li ser piştê
eniya xwe bidim heyvê
tenêtiya xwe ya bi salan li dû xwe bihêlim
li ber avê here bêrîkirina ku ji emrê min de
li ber avê herim tevî dilê xwe
şev e
di binê ava xeyalên te de
keştiyeke xurde me!