Kürtçe Felsefe Sözlüğü

Ferhenga Felsefeyê

Ali Gurdilî

Comments and Reviews

See All
529 syf.
·
Not rated
·
Liked
·
Read in 342 days
Du rêya mirov heye, rêyek ku hêzê xwe ji rastîyê (heqîqetê, berahîyê) distîne, rêya din jî hêzê xwe ji hêzê distîne. Yanî, gelo em ji bo bigihêjin heqîqetê fêr dibin, felsefe dikin; yan hêz, îktîdar û giranîyê me zêdetir bibe? Ev ciyawazî, ciyawazîya herî krîtîk e. Ku mirov deng bide kîjan alî, jiyana wî/ê gorî ev dengdana form distîne. Em wekî Kurd baş pêzanin ku wek Nietzsche jî dibêje, "hêzdar, mafdar e." Bêguman, mixabin raste; lê ev babet li qada lêgerîna rastîyê, wêneyê bi awayekî giştî dernaxe holê, perçeyekî rastîyê tenê nîşan dide. Felsefe, ji bo ev her du alî jî dikari bibe wek amûrekî. Divê mirov miqatêyî vê babetê be. Di lezgînîyê de rîsk pirr e. Çiqas ji destê kesan hat, divê -bêyî jibîrkirina azmûnê- bi awayekî giştî û hemû (holistic) nêzîkî mijar û bûyera bibin û miheqeq etîkekî dînamîk bimeşînin, teher û helwesta jiyanê, pratîkê ji bîr nekin; yanî divê him teorî hebe, him praxîs, him jî poesîs ( berhênerî, ava kirin, afirandin, çêkirin,). Ji xwe di felsefeyê de şêwaz û/yan rêbaz (rêgeh, metod), bi taybetî epîstemolojî (zanînnasî,) cihekî mezin dadigre. Felsefeya bi Kurdî jî, di nav vê etîkê de ye. Di bin dagirkeriyê de kirina felsefeyê dijwar e, bi êş e, dirêj e. Her weha bi rûmet e, şêrîn e, pêwîst e. Ji bo ev keda mezin û ceribandina yek ji yekem, ji Alî Gurdilî re nikarim tiştekî bêjim, ji bilî pîrozkirinê.
Ferhenga Felsefeyê
Ferhenga FelsefeyêAli Gurdilî · Na Yayınları · 20212 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.