Folklor ü Edebiyata Geleri

Necat Keskin
Xebata Necat Keskin a bi navê “Folklor û Edebiyata Gelêrî” derket. Folklor wek çanda nenivîsandî ya gelekî an jî herêmekê qadeke zêde berifereh e. Gelek sehayên folklorê hene ku lêkolînerên qadê hê ji destpêka avakirina vê disîplînê ve bi dabeşkirina van sehayan re mijûl dibin û yek ji wan sehayên girîng jî edebiyata gelêrî ye. Wek disîplîneke zanistî dîroka folklorê digihîje 140 sal berê, lê berî wê jî xebatên di vî warî de hene. Lêkolîn û lêgerînên derbarê folklor û edebiyata gelêrî bêhtir di bin bandora pêla romantîzmê de di dawiya sedsala 18an de xuya dibin û dîsa bi bandora vê pêlê li seranserê cîhanê belav dibin. Bi demê re jî ev xebat, lêkolîn û lêgerîn wek disîplîneke serbixwe ya zanistî bi encam dibin ku nêrînên cuda, polînkirina sehayên disîplînê jî bi xwe re tînin. Mînakên xebatên folklora kurdî yên ku bi bandora vê pêlê ve bên girêdan di serê sedsala 20an de tên dîtin û ew jî bêhtir mînakên edebiyata gelêrî ne. Dikare bê gotin ku xebatên heta îro hatine kirin jî bêhtir di vê çarçoveyê de ne. Herçiqasî di salên dawî de hinek hewldan hebin jî, belkî têkildarî rewşa kurdan ya giştî û ya xebatên kurdî, ev xebat negihîştine asta disîplîneke serbixwe. An jî di kurdî de xebatên bi vî rengî gelekî kêm in. Loma îro pêwîstiya xebatên folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî bi xebatên di çarçoveya akademîk de hene û Folklor û Edebiyata Gelêrî jî ji vê pêwistiyê derketiye meydanê. Di vê xebatê de bi giştî wek disîplînekê folklor, tevî dîrok û sehayên wê; edebiyata gelêrî li gel binbeşên wê û herweha dîroka folklora kurdî; ceribandinên sehayên folklora kurdî û edebiyata gelêrî ya kurdî li gel mînakan dikare bê dîtin. Hêvî ew e ku ji aliyekî ve bibe alîkar ji bo xwendekar û eleqedarên folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî û ji aliyê din ve jî rê li ber niqaş û xebatên nû veke.
Author:
Necat Keskin
Necat Keskin
Estimated Reading Time: 9 hrs. 45 min.Page Number: 344Publication Date: 2019Publisher: Avesta Yayınları
ISBN: 9786052246337Country: TürkiyeLanguage: KürtçeFormat: Karton kapak

Comments and Reviews

See All
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.