Folklor berî her tiştî naskirina gelekî,civakekê an jî komekê ye û ji ber ku folklor lixwenêrînek e, berî her tiştî ji bo xwenaskirinê pêdivî bi xebatên folklorê heye
Di jiyana rojane de çi qasî xeyal,girî,şîn hebe ewqasî jî ken, kêf jî heye. Bi kenî mirov carek din jiyana xwe sererast dike. Ji vî alî ve pêkenok, anekdot, mîzah di nav hemû civakan de roleke sereke digire.