"Yûzbaşiyê me, ji me re digot: »Kurên min we firset bi dest xistiye, hûn çi dikin bikin. Pêwîst e ko hûn van girtiyan bikin welatperwerên tirk. Hûn wan bikin tirkên baş, damarên wan î qels bigirin ko êdî ew bibin mirovên baş û hevalên xwe yên derve bidin dest.
Lê tu carî ev merama yûzbaşiyê me pêk nehat, ne ew bûn tirk û welatperwerên tirkan û ne jî tucarî serîhildan û berxwedan ji wê girtîgehê rabû."