Tahmini Okuma Süresi:
5 sa. 13 dk.
Sayfa Sayısı:
184
Basım Tarihi:
25 Mart 2024
Yayınevi:
Avesta Yayınları
ISBN:
9789758637416
Ülke:
Türkiye
Dil:
Kürtçe
Format:
Karton kapak
Reklam

Yorumlar ve İncelemeler

Bijî Azadî û Serbestiya Ajalan
Puan vermedi·184 syf.··
2024 149. kitabı
·
16 günde okudu
·
Okunma: 25 Aralık 2024 11:04
"Sed hezar car şikir ku ez Gemal im...ez beşer bûma min dê çi bikira?" (13) Gemal (kûçik), pirtûka ajalên azadîxwaz û serhildêr e; rexneyek e di eslê xwe de ku li ser zilm û zordarîya mirovan a li hemberî ajalan hatiye kirin. Her çiqas serleheng kûçik bin û vegotin zêdetir li ser wan be jî, mijar ajal bi xwe ne û behsa hemî ajalan tê kirin di berhemê da, tewr ajalên wek ker, meymûn, ga û çend hebên din wek lehengên alîkar cih girtine, car caran tevlî axaftin û guftûgoyan bûne. Berhem ji me ra behsa wan ajalan dike ku ji zilma beşer direvin û ji bo cihekî ewle, ji bo cîhaneke ku tê de bi rehetî bijîn dikevin rê. Ev ajal ne tenê ji deverekî herweha ji gelek deverên cuda têne ba hev, bi hev re rêwitî dikin, di vê rêwîtiyê da hevdu dinasin, ji hev re qala jiyana xwe ya berê, qala rewşa welatên ku jê hatine dikin. Di serî da em tenê dîyalogên kûçikan dibînin, lê rêwîtî çiqas dirêj dibe, ajalên nû tevlî wan dibin. Ji wan ajalan yek jî ker e. Dîyalogên ku kenê mirov tînin di navbera kûçikan û kerê da derbas dibin. Yek ji wan: - Heya ez bi te bidim famkirin, ez ê bibim wekî te hey ji ker kertir! - Ker bavê te ye...te fam kir? :)) Divê em nekenin û derbas nebin, lewra di pirtûkê da jî em dibînin wek jiyana rasteqîn hin taybetî li ajalan tê barkirin û ev taybetî êdî wek kodan di hiş da cih digirin. Mîna ku ev ajal bi van taybetiyan va hatibin dinyayê. Ker her tim wek ajalên gêj, efsene, dereng têdigihijin hatine şayesandin; ev yek di berhemê da jî bi heman hawî ye. Ker dema behsa xwe dike jî li gorî van kodan xwe dide nasîn, helbet ya ku ajalê wiha dide axaftin dîsa xwediyê van kodan e. Ango beşer bi xwe ye. Ez dibêm we jî wisa pê derxistiye, belê rast e, ev pirtûk gelekî dişibe pirtûka George Orwell a bi navê Çewlika Ajalan. Heman lêpirsîn û lêgerîn di vê pirtûkê de jî heye,
GemalXusrew Caf · Avesta Yayınları · 20243 okunma