Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Li Xurbetê

Generalê Payîzê

Mihemed Omer Osman
9/10
1 Kişi
9
Okunma
1
Beğeni
553
Görüntülenme
Ez im generalê payîzê Şifqeya li serê min ewr e Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî Sakoyê li min nermeba ye Û şûrê min çiqlê dareke riziyayî Ez im generalê payîzê Payîz bêyî min sêwî ye Ez bûm min got belê meytê siya kesk e Pelê weşiyayî koçkirî Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de Ji bo giyanê zindî yê pelan Nimêja şehîdan dikim Navê wê nakim nimêja miriyan... Şêrzad Hesen, Bextiyar Elî, Letîf Helmet û Şêrko Bêkes bo WÎ dibêjin: “Xwezî cur’et û derfeta min hebûya li ser vê dîwanê binivîsim bêyî ku ez zilmê lê bikim.” Şêrzad Hesen “Ew qesîdeyek e û pêwîstiya wî bi tefsîrê heye. Ne mumkin e ligel tu kêliyeke şi’rî, ligel dîtina her ciwaniyê min ew neanîbe bîra xwe.” Bextiyar Elî “ Ev şa’ir di bingehê xwe de endazyar nebûye û ne endazyar e; lêbelê ew ê bala xwe bide wan apartmanan ku li her du aliyên ca’deyên li xurbetê çêkirine, wê şaş bimîne ji wê endazekariya ku wî ruhê dûkelî encam daye.” Letîf Helmet Em di vê dîwanê de şa’irekî dibînin ku naşibe hevalên xwe yên şa’ir ên wê serdemê. Welatekî dî yê şi’rê ji xwe re peyda kiriye. Ev dîwan yek ji haveynên şi’rê ye. Pirrbêjî û quflên destkird û lîstikên xerab ji bêjeyên wê dûr in. Muzîka şi’rê baskê hilfirîna şi’rê ne.” Şêrko Bêkes
Yazar:
Mihemed Omer Osman
Mihemed Omer Osman
Tahmini Okuma Süresi: 4 sa. 32 dk.Sayfa Sayısı: 160Basım Tarihi: 2013Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055279646Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
160 syf.
·
Puan vermedi
Generalê helbestê Mihemed Omer Osman, dema min helbestê wî min xwendin, gelekî heyfa min dereng nakirina wî hat. Ji ber ku ne tenê helbest bûn nivîsî bû rûhiyetek hizin meriv hîs dikir di dilê xwe de. Xwe kûştina wî jî payîzê bû. Xema çûna wî li hinavê me wek tenî girt. Bi rêz bibîr tînim
Generalê Payîzê
Generalê PayîzêMihemed Omer Osman · Avesta Yayınları · 20139 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.