Serhildana Çîyayê Agirîyê

Gilîdax Bêxwedî Nîn e!

Yılmaz Çamlıbel

Gilîdax Bêxwedî Nîn e! Sözleri ve Alıntıları

Gilîdax Bêxwedî Nîn e! sözleri ve alıntılarını, Gilîdax Bêxwedî Nîn e! kitap alıntılarını, Gilîdax Bêxwedî Nîn e! en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Min dît hurmetek¹, di dest da dergûşek, ji wê dihat Li çokê xwe dixist, digirîya. Digo lo lo bira û digirîya. Ber bi taşxana Bazîda şewitî va direvîya. Min got, xwengê çi bû, çi qewimî, çi çirîya? Go bira belkî agirê kulê bikeve mala Nidayî Begê² Saet şeşê şevê, li bal xwe derxist fermana serê Kurda, Di taşxana Bazîdê da dibijêre egid, efat û cindîya. Li hewşa lawê Şewêş Efendî. Cinyazê egîdê mala bavê min gulîbira Xwedê, Di xwînê da dixemilîne bi sungiya. Tu sêr bike, vê sibengê, Koloza li ser destê min gulîbira Xwedê, mane vala. Kafirê Romê, kom dike egit û cindîya, Pê ra, keç û bûkên Celalîya, Wana didin ber singuya Yê mayîn sirgûn dikin Li Sinop û Zonguldakê, Nav diwalên ecnebîya.
rûpel: 210 - ¹hurmet: jin | ²Nidayî Beg: General Nidai Çakıroğlu-Serokê Îdareya Orfî
Qumandarên Ecema, nêzikî wî dibe û tivinga Biro ji destê wî dikşîne. Ew çax Biroyê Hesikê Têlî dike axîn û wusa dibêje: "Hey wax! Gilîdax* bêxwedi ma.” Min, bersîvek da wî şervanê Gilîdaxê. Min got: “Na, şervanê me yê mêrxas, Agirî bêxwedî nîn e!". Ev bersîv bû navê pirtûka min.
Sayfa 11 - nûbihar | gilîdax: Çiyayê Agirî
Reklam
Baş e, tu xelkek ra bibêjî tu tune yî, li ser zordestîyê bi kar bînî. Pişt ra rabî, hemû gunehan jî bavêjî stûye wî; ev bêbextî ye, vir û derew e, demagojî ye.
Sayfa 29