Gotinên Gunehkar

Hesenê Metê

Gotinên Gunehkar Posts

You can find Gotinên Gunehkar books, Gotinên Gunehkar quotes and quotes, Gotinên Gunehkar authors, Gotinên Gunehkar reviews and reviews on 1000Kitap.
152 syf.
·
Not rated
·
Read in 13 days
Nirxandineke gelek kûr dixwaze. Ez ê ji ku dest pê bikim nizanim wisa dixuyê ku ez ê bi tu awayî xwe nexim şirîk:) him erênî him jî neyênî. Lê çawa gotî, xwedê dizane. Bo xwîner zanîn yan jî zanîna we ji bo gunehkarî qet ne girîng e. Pêşî bi xwe re şer dike paşê jî bi hebûnan re şer dike. Kî jî li ser bikeve yê ku têk biçe ew ê be. Kurtasî; destpêka pirtûkê ji min re pir nexweş hat lê dawîyê wê min ji min bir, min nexweş kir. Ez hîn difikirim gelo ev çi pirtûk bû, min çi xwend, behram kî ye û hwd... lê teqes ez ê xwe ronî bikim. Min jî soz da:)
Gotinên Gunehkar
Gotinên GunehkarHesenê Metê · Avesta Yayınları · 200742 okunma
Min digot: Ku Xwedê hebe, ez dizanim ku ez ê buhuștekê wenda bikim... lê ku Xwedê tunebe wê çaxê ez ê tenê jiyanekê wenda bikim
Reklam
Têgêhîştim ku meriv li vê dunyayê bi efsûniya tiştên veşarî bizane û bijî, êdî maneya wan jî namîne. A ji Wê bûyer û ji wê rojê û pê ve ye ku...kêf û şahî bi rûyê min, bi rêya min nakeve: ne cîh û ne jî warek heye ku min lê bisitirîne, min lê bihewine.
Te da pey nefsa xwe, tu li kerê Şeytên siwar bûyî û te da ser rêya gunehkariyê, tu heta ber lingên Șeytanê mezin çûyî û te guhdariya rê û şîretên wî kir. Rastî ev e û ne tiştekî din.
Li ser bingehê vê evîna te ne xanî ava dibe, ne dewlemendî berhev dibe û ne jî zarok mezin dibin.
Hinek serketin û hinek cîhên welê bilind hene ku meriv ji ber şerm dikin, meriv di nav û nefsa xwe de lê rihet nakin. Û hinek gunehkarî û têkçûnên welê jî hene ku meriv pê serbilind in. Di çîroka xwe û xwedê de jî min eva dawîn hilbijart.
Reklam
73 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.