Di jîyanê xwede stranê ku min gohdar kirîye paşî demekê fireh te pirtûka govenda dilan de dîtim pir keyfxweş bum bawerim hun jî ê keyfxweş bibin. mirov gava ew eşq, ew strandin, ew ristên kû hatine nivîsandin dibîne wek tavê ronîbûn dibe. her kurdek gelek saîd yusif gohdar bike, bixweyne û bihîse.
Li nav gula li nav gula
Tîr avête dil
Çi digo j' mire mi d' go bila
M' wê danî' ser mil
Evîn ji nû kete dile
Gava m' dî sorgul
Ez dînkirim bê hiş kirim
Yek ji wan hunermendên herî berhemdar yê mûzîka gelê Kurd: Seîd Yûsiv... Mirov nizane ka çawa pesnê wan bide; gotin bêkêr û bêwate dibin û mirov ji peyvên xwe yên qels fedî dike. Tu pesin ne hêja ye bigihêje qedr û qîmeta wan; wan kesên ku di şert û mercên zor û zordarîyê de barê pêşvebirina ziman û hunera Kurdî bi serkeftî dane li ser milên xwe. Nûnertîya çanda gelê xwe bi rûmeteke mezin bicîhanîne û ew ji hewlên tunekirinê ya dagirkeran parastine.
Vê pirtûkê de beşek sitranên Seîd Yûsiv cih digirin. Gelek jî yên navdar in ku me ji dengê wî û ji dengê hunermendên cuda yên navdar bihîstine û bi kêfxweşî guhdar kirine. Alîyekî xweş ya antolojîyên sitranan yên mîna vê pirtûkê ew e ku mirov him dixwîne him ji guhdar dike. Berhem ya kesekî mîna nemir Seîd Yûsiv be jî qet pirsa tema ku mirov jê distîne nekin. Lewra nayê gotin.