Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Zimane Kurdi

Guman-1

İbrahim Seydo Aydoğan
8/10
1 Kişi
8
Okunma
2
Beğeni
335
Görüntülenme
Ev pirtûk, encama xebateke berfireh ya salan e ku li ser zimannasiya kurdî hatiye kirin. Lêkolînên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser zimanê kurdî ku wî dawiya salên 1990’î dest pê kiriye, jê re bûbûn alîkar ku xwendina xwe ya bilind jî li ser bike. Piştî 17 salên xebateke bi îstiqrar û bi înad, Îbrahîm Seydo van lêkolînên xwe yên ku pirraniya wan di konferansên zanistî de hatine pêşkêşkirin û nîqaşkirin, axir bi cildekî bedew ve gîhandine hevdu û Weşanxaneya Lîsê ew weke pirtûk çap kiriye. Di van lêkolînên xwe de, yên ku gellek ji wan cuda cuda berê jî di pirtûk û kovarên kurdî û fransî de hatine weşandin, Îbrahîm Seydo berî her tiştî hewl daye ku li ser pirsgirêkên zimannasiya kurdî bixebite. Lewma jî, rêzimanên kurdî kurmancî di warê termînolojiyê de û di warê sîstema deman de dane ber hev. Seydo bi vî awayî gihîştiye encama ku hemû rêzimanên kurdî ji ber pêdiviyên demê û nebûna xebatên zanistî tim agahiyên bingehîn û bi hevokên sade ve hatine bisînorkirin û rêzimanên kurdî bi kûrahî ve bala xwe nedaye avakirina hevokên kompleks ku ji bo avakirina tekstên wêjeyî yên nûjen pêdiviyeke bingehîn e. Vê çavdêriyê ew biriye lêkolîneke berfireh ya li ser vê mijarê û ew di vî warî de kiriye yekem kes ku sîstema hevokên kompleks ya zimanê kurdî kurmancî daniye. Em dikarin bibêjin ku demansiya kurmanciyê cara yekem e ku dibe mijara xebateke zanistî. Îbrahîm Seydo j ibo avakirina sîstema deman, pişta xwe spartiye felsefeya zimanî û teoriya referansa demê ku di zimannasiya giştî de îroj li seranserê cîhanê weke modeleke bingehîn tê pejirandin. Nirxandinên Îbrahîm Seydo û lêkolînên wî yên ku li gorî metod û modelên akademîk herweha îspata wê jî dike ku mirov dikare bi zimanê kurdî jî lêkolînên zanistî bike. Îbrahîm Seydo zimanekî ewqasî hêsan û rewan bi kar aniye ku heçî kesê ku piçekî bi rêzimana kurdî dizane, dikare jê fahm bike. Weke ku nivîskarê kurd jî di pêşgotinê de dibêje, ew di lêkolînên xwe de her li mijarên teza xwe ya doktorayê vegeriyaye heta ku encamên pêbawertir bi dest bixe, lewre ew di wê baweriyê de ye ku zanistî tim bi gumanê bi pêş ve dikeve û ew gumanê ji xebatên xwe jî dike. Lewma jî mirov dikare vê pirtûkê him weke berdewamiya teza wî ya doktorayê pêşkêş bike û him jî dikare wê weke versiyona teza wî ya herî kemilî jî bixwîne. Bi vî awayî, teza wî ya doktorayê ku li Fransayê hatiye parastin, bi awayê herî kemilî û hûrçûyî ve digihîje xwendevanên kurdî. Di nebûna xebatên zanistî yên pêbawer de ku li ser kurdî hatibin kirin, ev pirtûka Îbrahîm Seydo ji nuha ve bûye yek ji referansên sereke yên zimanê kurdî. Ew ê heta demeke dirêj jî di rojeva zimannasên kurdî de bimîne û heta hetayê jî her weke referanseke xurt behsa wê were kirin. Hêjayî gotinê ye ku Îbrahîm Seydo yekem kurdê bakurî ye ku di dema ku kurdî hê neketibû zanîngehên Tirkiyeyê de doktoraya xwe li ber destê zimannasên ewropî yên navdar, rasterast li ser mijareke zimanê kurdî kiriye û di warê ziman û wêjeya kurdî de îcazeta alîkariya doçentiyê wergirtiye. Îbrahîm Seydo yê ku heta nuha weke romannivîs û rexnegir dihat naskirin, li Zanîngeha INALCO’yê (Parîs) ya ku di civata me de weke Sorbon tê naskirin di beşê kurdî de dersên Rêzimana Kurdî Kurmancî, Metnên Kurdî, Wêjeya Kurdî û herweha Romana Kurdî dide û berpirsê beşê kurmancî ye.
Yazar:
İbrahim Seydo Aydoğan
İbrahim Seydo Aydoğan
Tahmini Okuma Süresi: 10 sa. 26 dk.Sayfa Sayısı: 368Basım Tarihi: Mayıs 2013Yayınevi: Lis Basın Yayın
ISBN: 9786054497676Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.