Vexwarina çayê li ber strana Bavê Seyro tiştekî bêhempa bû.Heta Perîxan nehatibû gund, devê van keçikan bi çayê nebûbû.Bes car caran diçûn mala Hecî Zorav li ser sedrikê di destê wî de didîtin. Ji wan kirî ku çay vexwarin tenê mafê axayan e, şifêran e, an jî ew kesên ku bi Tirkî diaxivin, ê wan e.
Lehîyan ji pozê Çiyayê Mereto wekî birûskan xwe berdidan jêr û diherikîn.Çi diket ber wan bi xwe ra dibirin; dar, qurm, kebir, xanî, lawir... Kef bi devê Mereto diket.Çiya dihejîya, dileqîya, mij û moran ji serê wî radibû.Baran lê hatibû xezebê.