“… Dema ez ciwan bûm, kuçikekî me hebû. Navê wî Şêro bû. Ji cinsê gurxenêqan bû yanî gurêx bû. Zivistanan xwe dida taldeyekê, peranî û zûrbeyên guran dişopandin. Dema keysa xwe li wan dianî êrîş dikir. Kuçikekî biaqil bû, deqa gul lê bû. Dizanîbû wê ka kengî êrîş bike. Îcar tû dizanî çima ev hat bîra min. Ev dijminên me, xwe weke guran dibînin. Ji heqê guran jî qurxenêq tên.”