Di destpêkê de behsa kuştin ango mirina Hîtler hate kirin ez ketim wê gumanê ku ew weke mijareke dîrokê bimeşe lê piştre mijar dakete rêyeke takekesî û teng de. Bi min ev hinekî serobinokirina xwîner bû ku ev tişteke neyînî bi min hat.
Ji alîyê din ve roman xwedî gelek beşan ê û ev beş bi xal noansên biçûk bihevve hatine girêdan. Bi min ji alîyê honakî ve ev hêmaneke serkeftî bû.
Dîsa di nava honakîya romanê de gelek leheng hatine bicihkirin û ev leheng jî biserkeftî rol li wan hatîye barkirin û mirov dikare bibêje her yek bûye xwedî cihekî giring di nava honakîya giştî da. Ev yek jî ji alîyê zîrekîya wêjeyî ve bi gelek hêja hat.
Û hwd. gelek mijarêndin jî hene mirov dikare behs û venêrîna wan bike.
Lê bi ya min heke mirov bigiştî li ser pirtûkê bifikire ne pirtûkeke zêde serkeftî bû.