En Beğenilen Heftê û du Nefî kitaplarını, en beğenilen Heftê û du Nefî sözleri ve alıntılarını, en beğenilen Heftê û du Nefî yazarlarını, en beğenilen Heftê û du Nefî yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
ne bajarekî din heye ku min bihewîne,
ne himbêzeke tenê-tenha
ku êvar êvar evînekê ji min re binehwirîne...
westiyam ji vegera ji ber devê deriyan
tenê man li dû min hemû derî û șibake
destekî dixim bin serê xwe
yekî bavêjim ser stûyê kolana tenha
û wekî her șev ez ê tenê razêm îșev
Bi tenê me .
Tenê
Bi serê xwe.
Ser bi fikra te tijî,
Dil
Bi evîna te
Ezê çawa bikim?
Rû heyvê,
Por kulîlkê!
Şîn û kûr
Binê behra ne çavên te .
Vê şeva payîzê meyla te
Mîna gur-gura tava
Birûska vedidê 'di laşê min de.
Ev qederek e pirtûkekê wisa bi coş, bi kelecanî, bi hêst min nexwendibî. Sipas dikim Arjên Arî. Bawer dikim eza çendî çend car dî dîsa bixwînim, lê her xwendinê di çi rewşê de bim eza ji xwe re wê helbesta bi dilê rewşa xwe hilbijêrim, wisa bixwînim. Çimkî te, ji bû her rewşê ristîyên xwe daye hev di vê pirtûkê de: Welat, evîn, wêrekî, xwezî, xwestek, êş...
Bi rezdarî..
Heftê û du NefîArjen Arî · Evrensel Basım Yayın · 201656 okunma
...Nêçîrvanê zimanê kurdî me
ji kurdê pê ve ne l’ dû ti kesî me
Kurd bûme, kurdî jî me, kurd dimirim
xweşxwan im, ristevan im, şairê vî gelî me…
#Rezdarî