Hejarino

8,0/10  (1 Oy) · 
0 okunma  · 
0 beğeni  · 
17 gösterim
Helbesta Xelil Duhaki wek kesen nifşa wi u idyolojiya we deme sembola berxederi u xweragiriye ye. Ev taybeti di helbesta Kurmanci ya Behdıname de ya nu ye. Ji xwe ew bi ve helwest u taybetiya xwe daxwaza nuhbune dike u peşengiya we dike li herema Behdinane. Le ve nuxwaziya xwe li ser kevnetoriya Kurmanciye bilind dike. Di helbesten Xelil Duhaki de heviyeke xurt u diler weki berfinke ku bihare vebube, di dawiya her helbeste de seri radike u hilte. Tu caran ala azadi u bextewariye ji ezmane mirovahiye danaxine jer. Ew nobedare aşti u wekheviye ye. Karwane wi ye evin u azadiye her tim li ser lingan e u dimeşe.
  • Baskı Tarihi:
    Ocak 2011
  • Sayfa Sayısı:
    104
  • ISBN:
    9786054497201
  • Çeviri:
    Kürtçe
  • Yayınevi:
    Lis Basın Yayın
  • Kitabın Türü:

Kitaptan 5 Alıntı

İsmail Duman 
09 Eki 2017 · Kitabı okudu · 8/10 puan

Min dest û pê kir bûn stûna pira kara,
Lê j'bin birin û şikandin
Çavên di geş
Çirayên şevreşa jara,
Ay bi kêra qoqilandin

Hejarino, Xelil Duhoki (Sayfa 54)Hejarino, Xelil Duhoki (Sayfa 54)
İsmail Duman 
09 Eki 2017 · Kitabı okudu · 8/10 puan

Bêje bo çî hûn d`bê deng in?
Werin gura rateqînin
Da bes xwîna kar û berxa,
L`welatê min bête rêtin!
Werin buharê b`xemlînin
Da bes bêhna gula b`dizin,
J`evro pê ve bo me bêtin!

Hejarino, Xelil Duhoki (Sayfa 59)Hejarino, Xelil Duhoki (Sayfa 59)
İsmail Duman 
09 Eki 2017 · Kitabı okudu · 8/10 puan

Ho dijmino,
Bes kal û zaroka b`kuje!!
L`ser kelexa
Bes bikene û bes b`girnije!!
Ay xelkîno!
Pisyar bikin!
Kaniya xweşiya bo l`me nazêt?
Buhara dayika kulîlka çi ra nayêt?
Gencê j`bo rojeka ûsan evro gehî,
Bo çî xwe gorî nakit û lawka nabêt?

Hejarino, Xelil Duhoki (Sayfa 62)Hejarino, Xelil Duhoki (Sayfa 62)