Helale Sözleri ve Alıntıları

Helale sözleri ve alıntılarını, Helale kitap alıntılarını, Helale en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Ez dixwazim niha di hembêza diya xwe de bûma. Wek zarokeke sava, wek pitikekê ku tenê hembêza diya xwe nas dike û tenê di hembêza diya xwe de bi rehetiyê dike."
"Di dîrokê de hinek keç hene ku ji hezar mêrî bêtir li ser rêya azadî û rizgariya gel û welatê xwe şer kirine."
Reklam
Şêrzat digot:"Pirsgirêka me ya mezin ew e ku em hatine guhertin. Ji bîra me çûye em xelkê ku ne û me pişta xwe daye welatê xwe û exlaq û reftarên xelqê welatê xwe." Digot: "Em bi awayekî beloq û kirêt çav li xelqê vî welatî dikin ku ne welatê me ye."
Mêrê rojhilatî ti carî nikare çîroka dildariya jina xwe qebûl bike, tew heke ew çîrok di raboriyê de jî qewimîbe û qehremanê wê jî kesek ku di raboriyê de miribe.
Ev qedera te ye Helale ku xençerek çiya bi çiya, bajar bi bajar û welat bi welat bi dû te keve ta li vir, li Stockholmê, li taxa Flemingsbergê, qata çaran a avahiya hejmar 18 di sînga te de biçike.
"Gava şerm derî li gotinên min digire Tu çima ji zimanê çavên min fêm nakî Ji nihêniya wê gula sor Ku her sibeh li ser rêya te şîn tê"
Reklam
40 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.