Diya wê serê xwe dihejand û digot: "Ji wan gotinan bawer neke keça min. Bi dirûvên însanan nexape. Tu hîn zarok û bê tecrûbe yî. Tu nizanî çewa kîvroşkeke nerm û nazik û bê ziyan ji nişka ve dibe jûjîyekî gij û zivir. Çewa mîheke belengaz dibe gurekî har û dirinde. Çewa giyanên bi dirûv perperokî dibin moz û şandelîk, dibin dûpişk, dibin mar, marên heft serî, dibin ejdeha..."