Her stran hinekî naskirin e
her stran hinekî hezkirin e
her stran hinekî evîn e
her stran hinekî bêrîkirin e
her stran hinekî êş û birîn e çavreşa min...
Biçûka min
Tu negirî
Tu digirî
Bahozek derdikewe
Bajarên dîlê min hildiweşîne
Tu digiri
Lehiyek derdikewe
Zevî û baxçeyên dilê min talan dike
Tu digirî
Dinya ji min re dibe jehr û cehenem
Hertişt digerise...
...
Ne dikarim te bibînim
Ne dikarim te bîrevînim
Ne ji dikarım dev ji te berdim
Ez rebenê reben ketime derdekî
Nikarim xwe je xelas bikim
Nikarim bicehmim herim
Ka beje CANO ez ê niha çi bikim...
Birçîtî
Belengazi
Koletî
Mirinên reş ketibûn para me
Êş û elemên cîhanê debûn destên me
Derd û kulên komkirî avêtubûn ber lingên me
Lê ya rast
Tu tişt
Tu felaket
Wekî dengê xayinekê me nediêşand
Me parça parça nedikir...
Here lê here
Here ku ez te neşikênim
Here ku ez te nedim girîne
Dilê min pir tijî ye
Ji derdê te
Ji kerba te
Here ku ez li ser te neteqim
Here ku ez te neêşînim
Çi dibe here
Nebêjê çima
Min bi tena serê xwe bihêle
Min bi qehrên xwe bihêle
Nebêje çima
Here...
evîn bi fêlan
evindarî bi derewan
eşg bi tenêtiyan
ez bi derd û qehran
dil bi xapandinan
ax dilê min tu xerab î xerab
bi derewan xerab î
bi fêlan xerab î
ez te nikarim
nikarim derewên te
nikarim fêlên te...
ax gurçika min
tu xerab î xerab...