Hemû Helbestên Wî û Mewlûd kitaplarını, Hemû Helbestên Wî û Mewlûd sözleri ve alıntılarını, Hemû Helbestên Wî û Mewlûd yazarlarını, Hemû Helbestên Wî û Mewlûd yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ey dil were dîsan bicoş
Carek ji caran mey binûş,
Bikin qiseta Zembîlfiroş,
Da seh bikin hikayetê.
Zembîlfiroş lawkê rewal bû,
Bi kilfet û ehl û eyal bû,
Husnekî Usiv Lili bal bû,
Ya Reb hewar sed car hewar
Perwan û qet nagrin qerar
Xweş muhbetî havîtî nar
Ya Reb tu yî dermanê min
Sed car hewara thekemî
Ya ageh darê ‘alemî
Derman bike vî elemî
Subhan ji mîrê Qadirî
Adem ji tînê çêkirî
Qalib bi rûhê hey kirî
Wesfan çi bêjim ya Rebî!
Wesfê di mîrê ekber e
Kê taqet e ket defter e
Her Wahidê witr e fer e
subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî
tu bo xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘eden
nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen
gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen
ahûya
Ger tu nazik sorgul î
Ez bilbilê mestane me
Horiya reşkakul î
Ez aşiqê dîwane me
Horiya firdewsa ‘alî
Qumriya baxê cemal î
Ger tu şem’ î wer şemal î
Ez ‘eceb perwane me
Xwoş şemal î mihr û mah î
Nazika ebrûsiyah î
Ger tu şah î padîşah î
Ez xerîbê xane me
Padîşahê hullepoş î
Afitab ser tasê noşî
Ger tu mestê meyfiroş î
Ez qûlê meyxane me