Hewari Reviews

You can find Hewari reviews, Hewari book reviews, Hewari ratings on 1000Kitap.

Score

9Out of 10
2 People · 2 Review
418 syf.
8/10 puan verdi
·
Liked
·
Read in 22 days
7 sale ev roman di pirtûkxana min de ye, çendîn caran çavê min vê ketye min xwestiye bixwênim dûre min gotiye paşê. Herku paşve avêtiye wekî girîngîyek lê zêdetir kiriye. Lewra min bi hêvîyeke taybet dest bi vê romanê kir. Ya rastî di perên destpêkê de min hîskir ev pirtûk dê wek germe germ hatina hewarîyekê hebûna xwe bide sehkirin. Şayesandinên nivîskêr ji serî heta dawî gelek xweş bûn, dîmen û hebûn dianî pêş çavan, wek helbestê rêz dikir. Min gelek hij zimanê wî yê vegotina xwezayê kir. Herwiha nivîskar pisporê zimên e. Roman ji milê peyvên gelêrî, biwêj û gotinên pêşiyan ve bêminete, têr û tejî ye. Naveroka romanê wek panoramaya salên berîya şoreşa cotmehê ye. Nivîskar wek romannivîsên sosyalîst bi perspektîvek realîst û civakî li ser gelê Kurd hûr dibe, hem êş û janên sedsalî vedibêje, hem sedemên wan dertêxe pêş, serde jî rêya felatê nîşan dike. Lê mixabin nivîskar ew hostahîya xwe ya li ser zimên di tevn avêtina romanê de nîşan nedaye. Pirtûk ji pevxistinek edebî bêpar maye. Ji bilî şayesandinên zelal û zimanek folklorîk tu xweşîya romanê nebû. Diyalog gelek ketober bûn, dubare û bê naverok bûn.
Hewari
HewariProf. Heciyê Cindi · Lis yayınları · 012 okunma