...
-Lê bi kurdiya wê çi ye?
-Wella di nav xelkê me de "qûna hev dîtin" tê emilandin.
-Malneket, ev ne argo ye? ne mustehcen e?
Li min nihêrî:
-A!...Ew çi behs e? Xelkê me kîjan gotinê biemilîne, emê jî wê kelîmê û wan kelîmatan biemilînin.
-Baş e, bi serê min neket. Lê em bêjin ku wisaye, emê hevoka "bir çok deneyimlerden geçtik" ê çawa wergerînin kurdî?
Bi awirek manîdar li min nihêrî, pêve kir:
-Gelek hêsa... Em di gelek qûnahevdîtiniyan de derbas bûn.
-Ez zivirîm hatim Tirkiyayê, Enqerê. Çûm qûnaxa Menderes, di derencan de hilkişîm hatim ber derî. Nobedar gotin "dûr ûlan!" Min got ûlan bavê we ye, êşekoxlîêşek! Parlo! Wele tafilê xwe dan hevûdu û pate lêxistin.