salên dûr û dirêj in
kirasê hesretê li ser bedena min
di navbera çiyayan de
dilê min siwarê baskê bayê ye
ba tê
ji çiyayê Zagrosê bêhna te tîne
berf dibare
li çiyayê şerefdînê lilav dibişkivin
xwe li bêhna te digirim
ji quntarê çiyayan
hilma te ji kulilkan difûre