tu bêrîvana ku di tunebûna keriyan de diçûyî bêriyê
satila zendê te mişt ez
tu vedigeriyan ji çolê
xwe meêşîne bêrîvanê, ez tenê besî te me
ez ê ji te re bibim;
kon
pez
rez
kerî
kûçik
û cewrik...
seva ku ez û tu di biniyê de bigerin
ez ê dilop bi dilop baranên şikestî bicebirînim