...
Îşte îro roj rûyreş, destvala manin. Elbet kes li me ra xudîtî nakî. Ez dixwazim ke ew rojên tarî û reş em bîr bikin, hişê xwe li serê xwe bigirin, liboyê mileta xwe, liboyê erd û zaryê xwe bişixulin. Ji me ra fesadî û mizawirî ne lazim e; xwendin, zanîn, nivîstin gerek e.
Ez dixwazim ke her merivekî Kurd birayê xwe yê din nas bike; gişk li ser hevdin bireve; hinek bi canê xwe, hinek bi malê xwe, hinek bi ziman û zanîya xwe vê mileta xwe ya esîr ra alîkarî bike; destê hevdin bigire. Herbê da mileta me, Kurdistana me xêr ji rindîyê çi nedî! Sînga wê da birînek kûr vebû. Nuka jî ew bi wê birîna xwe dinale Ne yek, ne bîst mirov wê birînê nikanî sax bike.
Ez dixwazim ke hemû pîr û ciwanê Kurdan li ser birîndarê xwe bireve, her kes bi deste xwe birînê girê bide. Çavê dinê li wir e Xwedê neke, paşê ew'ê li destê me biçe; em'ê jî, zaryê me jî, Kurdistana me jî winda bibin.
Ez ji hemîyet û mêranîya û comerdîya Kurdan şufe nakim. Feqet kesê kî mileta min ji xewa dirêj rake tunîne îşte ew şixula muhîm "Civata Bilindîya Kurdistan", "Jîn" û "Kurdistan" û ciwanê wan hilgirtîye.
Gelî Kurmanca!
Ez gazî û hewar dikim û dibêjim ke:
Rîya kî em heya nuka lê çûn, pêşîya wê "zêrzemîn"(tarî) e. Me, we, gişkan bi çavê xwe dît. Vegerin, vegerin! Ji wê rîya xwar û çepî û mirinê şûn da vegerin! Ji me ra îttîfaq lazim e! "Birano, îbret bigirin, ders û tecrûbe bistînin."
Kurdîyê Siwêrekî - 3 Nîsan 1919
Kovara Jîn Cild 4 - rp.15
Gazin
Çavê xwe vekin, li dora xwe binêrin
Çer qîrîn e, hawarê wan binêrin
Îro heq e, heqkî li me li pêş e
Ji ezmana nayê xwarê bi kîse
Çîya bilind, deşta fire bêzilam
Newala mezin, hemî tê da bêziman
Ereb delê(dibêje):
"Fe'xter lî nefsîke menzilen ta'lû bîhî
Ew mut kerîmen tahte zill'îl-qestelî".
Manay em beyte be Kurdî(Soranî) eme ye:
"Bo xot cêgeyek helbijêre ke pêy payeberz bît
Yanîş piyawane le jêr tozî şer da bimre"
Qazîzade Mistefa Şewqî
Jêrenot:
Bo xot: ji bo xwe
Cêgey: war-welat
Payeberz: payebilind, biqedir
Bît: bibî
Yanîş: yan jî
Piyawane: mêrane-mêrxasane
Le: li