Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Kaptanın Dizeleri

Pablo Neruda

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
112 syf.
10/10 puan verdi
Ew, helbestvanê têkoşîn û berxwedana agirîn a civakî ye...
Ji kitêbeke helbestê merheba. Ev kitêba Pablo Neruda ku Talat Înanç'î wergerandiye, peyv bi peyv risteyan cih dibe di dilî de. "Ji nav tevekên pirtûkên Neruda ev a bi navê Risteyên Kaptan xwedî girîngiyeke mezin e. Neruda, di van helbestan de bê çerx û çiv, û bi hêzeke ji erd û axê bejn avêtî, evîna xwe, û qirên û pevçûnên evîna xwe ya bi Matilde Urrutia re, ew dildara wî ya ku paşê di sala 1955an de pê re zewicî, dinivîse." Ez dixwazim çend gotinên wergêr ji Pêşgotinê jê der bikim. " Pablo Neruda, helbestvan, xweşmêrê tevger û çalakiyan ê ji welatê Şîlî, gelek caran wekî şairê herî binavûdeng ê sedsala bîstemîn tê nasîn. Yeqîniyeke bi vî rengî dibe ku ji mebesta xwe wêdetir be û welê jî ne di cî de be. Lêbelê Neruda, bi hest û hêza helbesta xwe, bi serkeftina xwe ya sergevez a bêhempa, ew serkeftina ku merg û giyanê evîn û têkoşînê, ewan sehekên herî xedar ên dil û hişê merî di peyvê de dipijîne, diafirîne û blind digerîne, û bi vî hawî jî di nav ciwan û têkoşerên seranserî dinê de bi nav û nasîn û rûmeta xwe ya gelek berfire, ji vê hizrê zêdetir e. Ew, helbestvanê "Spanya Di Dil De" ye. Ev, helbesteke ji wan vegotinên resen û bijare ye ku ji nav berxwedana Komara Spanya diqîre û di nav geremol û tundiya şerrê navxweyî de deng vedide. Ew, helbestvanê têkoşîn û berxwedana agirîn a civakî ye, wisa jî helbestvanė evîneke xedar a bi ar û pêt û şewt e... Bist Helbestên Evînê û Straneke Bêhêvî (1924), Risteyên Kaptan (1952), Sed Soneyên Evînê (1959) stranên wî ne ku wî ew ji kûrahiya behra evîna bêbalûpal a dilê merî derxistine û pêşberî me kirine. Xweş xwendîn bin.
Risteyên Kaptan
Risteyên KaptanPablo Neruda · Nûbihar · 202384 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.