Wexta hazir bû kela kevirî
Top bûn ku bidinê layîq navekî
Gotin, xeber dan , le nav nedîtin
Ku bi layîqî kelê xelat kin.
Bavê Emer , ku îdî kal bû
Hat û sekinî kelê tima bû
Kevirekî mezin wî tok kir berjêr
Bi dimbedimb çû ew perçe Zinêr
Zîwîn , hêwirze ket zang - zinara
Sewta dim-dim bû ser zarê wana
-Lawo , hûn qebûl kin gotina bavê Kela Dimdim e navê vê kelê.