Kelîle û Dîmne
Feylesof Beydaba gotiye:
Tenê em vê dizanin; xeter e ku meriv bi tîmsah re di eynî avê de ajnê bike. Kesê bi tîmsah re têkeve avekê, sûc û gunehê encamê jî aîdî wî ye. Kesê ji diranê mar, jahrê derêxe û ji bo tecrûbekirinê vexwe, mirina wî ne sûcê mar e. Kesê têkeve daristana şêr, ji êrîşa wî ewle nabe.
Feylesof Beydaba:
Bêguman, tevgera baş, rewşa bi te diket ew bû ku te bidaya ser rêya pêşiyên xwe, te şopa mezinên beriya xwe bimeşandaya, qenciyên ku ji te re hiştibûn divê tu li pey biçûya. Tiştê ku ewê şermî û kêmanî bianiya ser navê te, divê te xwe jê dûr bixista.
Feylesof Beydaba:
Guman tê de nîne ku kesê nezan û xapandî ew e ku di karên xwe de ji ser xwe diçe û xeyalperest e. Kesê biaqil û giran ew e ku îdareya dewletê bi nermatî û bi siyasetê dike.
...
Ey padîşeh! Li ser van gotinên min bihizire, bera vana bi
te giran neyên. Min vana ji te re gotin lê ne ji bo xwestina
menfîetekê, ne ji bo mikafatekê, ne ji bo qenciyeke ku tu bi min bikî. Tenê ez ji te re qenciyê dixwazim û ez dixwazim te biparêzim.
...Bu hikâyeler, Sasani Kisrası Nûşirevân (M.S. 501-579) zamanında Hekim Berzuveyb (Bürzûye yahut Berzûye) tarafından Farsçaya çevrildi. Abbasîler zamanında da https://1000kitap.com/yazar/i66954 , bu nüshayı