Korerê Sözleri ve Alıntıları

Korerê sözleri ve alıntılarını, Korerê kitap alıntılarını, Korerê en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Haho jîyanê! Kengê em ê pê serwext bibin ku xweşî û nexweşî, destpêk û xelasbûn, hatin û çûn, bi qasî fargonên trênê li pey hev û nêzî hev in."
Sayfa 89 - LîsKitabı okudu
"Sedsala me, sedsala tenetîyê ye û sedsala xwexapandinê ye. Kî devê xwe vedike bi behsa hevgirtin, yekîtî û rêxistinîbûnê, xurînîya xwe dişikîne. Kesek li xwe mikur nayê, kumê xwe danayne ber xwe û nefis û qîyasê nake. Hemû felsefeyan bi angaşta pêkanîna bextewerîyê xwe daye hezkirin, hemû ol bi angaştkirana bidestxistina xweşî, rastî û bextewerîyê mirov li dû leylaneke derewîn kirine peşbazîya behiştekê. Û mirovan, mirovan tim û dayîm xwe xapandiye, ketine palûteya xanîyê tarîtîya lixweveger."
Sayfa-25-Lîs yayınlarıKitabı okudu
Reklam
Ji nifşê ku ji jar û waweylêya wan re şahidek û pênûsek divê, ji zarokên bê gund û bê ziman re.
Sayfa- 7-Lîs yayınlarıKitabı okudu
"Xwezîya min tenê ew e ku pela me bi hev re biweşe."
Sayfa 93- Lîs yayınlarıKitabı okudu
Ev çi êş e her tim bi çêl e,ev çi çêl e wekî werîsê heft gundan dûrûdirêj e. Ev çi dil e çi berfireh e, çi êş tê dikevîyê, tê de dihile. Ev çi xemgînîyeke giran e li ser milê min ji sivikîyan ketibû serhev. Ku hemû kulan hilgirim Li ser hev binijinim Bi ezmûnên salan dawerivînim Û neweşînim Ku guhdarekî 'jarê û waweylê'ya min nînbe Ew ê çawa tê de bi cih bibin Di dil de Çawa wê neterikînin Ji dil Heta bi nenûkan!
Sayfa-80-Lîs yayınlarıKitabı okudu
"Helbest, qeraxa behrê, hingura êvarê ye."
Reklam
24 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.