Kulîlka Evîna Bêdeng

Kevok Mizgîn

Kulîlka Evîna Bêdeng Quotes

You can find Kulîlka Evîna Bêdeng quotes, Kulîlka Evîna Bêdeng book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Şeva kambax Dost û birayê feleka xayîn Qet dilê wê li min nasoje Min naspêre hilatina rojê.
Kulilka Evina Bedeng
Kulîlka Evîna Bêdeng i Ti gotin û peyv nikarin Evîna te bi lêv bikin Ji wê yekê bi hilatina rojê re Radihijime teşiya xwe Û li derê kon disekinim Heyanî ro diçe ava Gotin û peyvan Ku nikarim bi lêv bikim Li teşiya wxe dirêsim.
Reklam
Xweziya ez kevokek Bi per û bask bûma Per û baskên min Ji layê Xweda ve Ber bi ba bûna Helîna dilê min Li nav dilê asîman li rex hîvê Û li nav stêrkan bûna Ez ji dilê biyan Ji dinya fanî û derewîn Bê haydar bûma
Li bajarê xerîb tu her êvar dibî stêrkek Xwe li şibaka eywana ez lê rûdinim digirî
Rewan her di sêkrata mirinê de ye Dil goristana peyvên bê gotin e
Dilê ku bi agirê evînê disoje Ne berfa Çiyayê Ararat Ne jî hênkahiya zozanan jê ra bi kêr tê
Reklam
Eşk û evîna te Di zeviya dilê min de Mînanî tovê genim e Her heba genimekî heft simbile e Her simbilekî sed genim e Jê cudahiyek heye Genim salê carekê Li bihara şîn dibe Lê bi eşq û evîna te Li dilê Kevoka bask şikestî Her tim bihar e
Ez gulek ji baxê îrem bûm Li ber deng û awazên bilbil Weşiyan bi ser strî û keleman de Yek bi yek pelên min
Her dem û gav dilê min Jankêşa xema evîna te ye Nizanim hê tu gilî û gazindên çi ji min dikî
54 öğeden 31 ile 40 arasındakiler gösteriliyor.