Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Kurdên Nejibîrkirinê

Nûredîn Zaza

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Ew karin me bikujin , Top û tanqê wan hene , Zar û zêçan qir bikin Balafirên wan hene ! Lê bila qenc bizanin Ku çiqas Kurdan bikujin , Kurdîtî ewê bijî ; Ger bimîne mêr û jin ... Bê guman , roja me jî ewê bê , Roja rastî Di dîroka beşer de xuya be Heqperestî.
Sayfa 93
Kurd in em , şêrên çiya ne Dê bijîn serdest û gur , Doza me tola welat e Bistînin bi qevdê şûr !
Sayfa 105
Reklam
Serêşî..
Ev çi bextreşî ye ? Ev çi kambaxî ye ?! Em çawa dîn nebin ? Em çawa serê xwe nexin û xwelî lê nekin ?
Sayfa 112
Divê ku em vê kêsa ha ji destê xwe bernedin û bala xwe bidin parastin û pêşvebirina çand û zimanê xwe . Bi tenê , bi vî awayî emê Kurd bimînin û dawî jî bigehine doza xwe . Xortno! Birano! Bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin û wî bidin xwendin û nivîsandin! Her roj nîv saetekê xwe bidin bi vî karî mijûl bikin têr dike . Miletê me di tarî û perîşanîyê de ye . Riya rizgar û geşkirina wî ev e !
Ey şehîdên ebedî , Oxra we ya xeyrê be . Silavê me li wan kin Heçî rewiyê vê rê ne . Navê we ewê bijî , Ewê Kurdistan bijî Giyanê we di dîrok Û di destanan vejî !
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.