baranê hindik hindik.
porê serê me nermbik.
dayika me dibêje
negrîn va derket tolik
Baranê tave tave
devê derî çirave
ker jî nema dizire
birçîbûn çi bê bave...
Min tu naskir
dema ku ewrekî rêbar
di singa ezman de digiriya...
min bêriya te kir
çaxa ku bilbilekî evîndar
di nav
Nêrgiz û Nesrînan de difirya...
min ji bêrîkirinê hewarkir
gava ku gundiyekî xewar
bi ser kaya bênderê de dibûriya...
min pêjna te kir
piştî ku zîzbûneke sar
di hêlîna
hechecîkê de dizûriya...
Dîkê terî bilind sor
dakev ji ser banê jor
çêçik mane bê taştê
ne nan heye ne kulor
Dîkê reş û pitpitki
ti melayê gundeki
gundî tev man bê nimêj
te qîr nekir dengekî...