Heta ku ez li jiyanê bim, ez ê wê roja ku destê min di destê bavê min de bû, ji bîr nekim. Ne ku bavo tenê li kêleka min bû lê ew di dilê min de bû jî.
Ji nişka ve dengê girî û kuxukekê hat min , ji bilî giregira ewran min dengê wisa nebihîstibû , loma ez pirr tirsîyam û min ber bi male ve baz da lê kamyonê jî da rê . Ew dihejîya û deng jê dihat . te digot qey ew mîna gurekî bi dû min ketîye.
Kalkê min perakî mezin dabû min û min jî bi wan ji xwe re gelek nepoxên cihêreng kirî bûn . Min dest pê kir û nepoxên xwe nepixandin . Bi diranê ketî nepixandina nepoxan pirr zehmet bû , piştî deh nepoxan êdî hal di min de nema .