Lawikê Xerzî

Mahmut Baksi

Lawikê Xerzî Quotes

You can find Lawikê Xerzî quotes, Lawikê Xerzî book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Keçên koçeran bi spehîbûna xwe navdar bûn, hespên wan jî xurtbûna xwe.
Hezro di quntara çîyê de hatibû avakirin. Li jêrî bajêr bi hezaran kevir hebûn. Gava bajar hatibû avakirin ew kevir ji ber bajêr mabûn.
Reklam
Ji nişkê ve çavên me li berazeke mê ku bi şeş kudikên xwe ve ber bi çem de baz didan, ket. Kudikên wê belek bûn, dişibîyan zebeşan. Gava zilamekî navsere em dîtin bang me kir û xwest em xwe ji ber berazan bidin alî. Ew ditirsîya ku beraz êrîşî me bike. Lê berî ku beraza mê bigihêje ba min, ew bi guleyekê ket xwarê. Gule tam li serê wê ketibû. Kudikên wê ji tirsan bi vir de û bi wir de baz dan. Yekê ji wan berê xwe da min û rast ber bi min ve hat. Min xwe avêt ser wê û ew girt.
Ew bi komek fikir û xeyal dijîya û welê bawer dikir ku ew ê hemû xeyalên xwe li rastiyê bigerine.Gava kî nişke vê bi nexweşîyeke xedar ket, hingî bêtir bi rastîya jîyanê hesîya, lê dîsa jî zû bi zû dev ji jiyanê bernedida. Xwe diavêt gelek stûnan û dixwest bi wan li jiyanê vegere.
"Mîna ku hêlîn li ber min herimîbû, min xwe li tu cîyî rehet nedidît û min her tim xwe bi tenê û wendayî hîs dikir. Min nizanîbû ez ê çi bikim ji jîyana xwe."
+ Zilaman bi hêrs bangî min kir, wan got: - Wê heywana pîs berde. Yan na wê te bixwe. Lê kudika biçûk û belengaz dilerizî, ji tirsan bi xwe de mîz kir. Min dest bi girî kir. Û min bi dengê bilind ji gundîyan re xeber da. Her gava hinekan ez rexne bikirama ez wisa bi ser wan de radibûm û min ji wan re çêr û xeber didan. Niha bavê min û kalikê min jî xwe gihandibûn ba min. Min hê jî ew kudika biçûk bernedabû û ew di hembêza min de bû. Wan ji min re got ku divê ez wê kudika pîs berdim, lê wan bi xwe newêrîbû nêziki wê bibûna.
Reklam
21 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.