"Mîna ku hêlîn li ber min herimîbû, min xwe li tu cîyî rehet nedidît û min her tim xwe bi tenê û wendayî hîs dikir. Min nizanîbû ez ê çi bikim ji jîyana xwe."
"Carinan kerîyên guran êrîşî gund dikirin, mîh û bizinen me dikuştin. Bi tenê wê çaxê kûçikên me û ên koçeran digihaştin hev û li dijî dijminên xwe ên har şer dikirin. Me zarokan ji temaşekirina şerê kûçik û guran hez dikir.
Kûçikên ku dijminên hev bûn, hemû berberîya di navbera xwe de ji bîr dikirin û bi xurtî li guran dixistin. Gava kûçikan zora guran dibir û ber bi gund vedigerîyan, dîsa li dijî hev radibûn û dest bi şerê xwe ê dijwar dikirin."
Ango mirov dikare ji kûçikên di vê pirtûkê jî de mînak bistîne. Ji bo fêr bibin ku li dijî dijminên xwe wê çawa bin.