Jîyan her tim nîvco bû, yekalî dimeşîya. Me leqata jîyanê dikir. Bi tenê bermayîyên ji dû jîyanê diman, dibûn para me. Wek xanîyê di nîveka zivistanê de dilop bike. Me kodikek bida ber cîyê dilop dike, du cîyên din dest bi dilopan dikirin. Me derfet nedidît ku em ser ban biguherin, bi peydekirina kodikan jî zivistan derbas nedibû.