Heq û huqûq di kitêba Xwedê de mabûn, lê kitêb wenda bû. Yên hebûn jî devgirtî nav qewlikan de bi dîwaran ve daleqandî bûn, an jî yê dixwendin jê fam nedikirin. Heta niha tu kesî ew heq û huqûqa di kitêba Xwedê de dihat behs kirin, nedîtibû. Tiştên dihatin gotin cuda, yên dihatin kirin cuda bûn.
Ma qey Hecî Zêro neheq bû, her ku di ber goristanê re derbas bibûya, bang li mirîyan dikir, digot:"Xwelî li serê we be, ka we çi dît? Niha televîzyona min heye, sarinca min heye, elektrîka min heye, ka we çi dît?"
Erê vegerîyam nav jîyanê ; lê tunebûna wê her tim wek birîneke devvekirî di nav kezeba min de jan dida.
-------------------------------------
Yaşamaya devam ettim ama onun yokluğu ciğerimde, ağzı açık bir yara gibi hep acı veriyordu.