Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Li Şedadiye

Mihemed Seid Temel

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Ebûl Eswar Şawir carek rabe li ser piyan Birc û çeperên kela te tev hilweşiyan Jiyana Aşût û Anûşkayê jî di ser de Şehadeta van evîndaran em pê zehf êşiyan Cihê keder, kul û xema ye Zivistan e, lêbelê qet ne serma ye Aşût şerbeta şehadetê hildaye Anûşka di bircên bajarê Gencê de ne xuya ye De rabê Aşûtê min, de rabe De rabe dotmîra min Anûşka, de rabe Dewleta Şedadiyê hilweşiya Ya Rebî ew çi rewşeke xerab e.
Sayfa 144Kitabı okudu
Aşût: Qîza xalo, evînî xweş e û zehf şirin e Ku meriv baweriya xwe bi hev bine Oîzxala min di bin bandora çi de ma Ci qas bi lez î, meriv şaş e nabet yeqin e. Anûşka: Kurê metê ez çi bikim tu bawer biki Ji te re xwe zelal bikim, bibim ava heriki Anûşka kole û xizmetkara mala te be Rabim xwe bikujim, doza vê li min diki. Aşût: Anûşka bêbextiyê li xwe qebûl nakim Ez dikim nakim ji gotinên te bawer nakim Qîza xalê min hatiye doza lêborînê dike Aşût bûye dîlê qîzekê bibêje ez çawa bikim. Anûşka: Aşût dibêjin ola Îslamê oleke fireh e Bawer im cihê vê bextreşê tê de heye Ka carekê nava dilê xwe ji min re veke Wê Anûşka bibe şîrîna ber dilê te ye. Aşût: Anûşka te nava dilê min helandî Te bi hîle û dekan ez xapandî Ez nizanim tu ar î yan tobedar î Carek rast bibêje Xweda hebandî. Anûşka: Xweda şahidê navbera min û te be Çiyayê Elegezê cihê evîna me be Ku Aşût ji Anûşkayê bawer neke Xwe dikujim, dilê min li cem te be.
Reklam
Ez Anûşka zêrîn im. Xwediyê xencera zîvîn im Tu mêran li ber xwe nabînim Aşût bila dayika te têr şîr bide Te serşikestî bi ser meta xwe bişînim Qîza Qralê Ermena me. Ji kesî natirsim, li qada me. Qet ji we re negotine ez pehlewaneke bêhempa me..
Aşût: Dibêjin Anûşka zehf bêbext e Ez li benda te bûm ev çi wext e Dayika min li banê qesrê çavrê ye Ezê bûkek jê re bibim paytext e Anûşka: Aşût nebêje tiştê ji xwe zêde ye Anûşka ne pariyê devê te ye Ew şûrkêş e, tîravêj e, serleşker e Ne bêaqila wek meta xwe ye Aşût: Bavê min çû Ermenan anî yarek Qesra Şedadiyan pê bûye bimbarek Heta ku ez jî wek bavê xwe nekim Ez ji vê qadê dernakevim yek carek Anûşka: Min li ber Rebê xwe ehdek daye Ev sê meh in Anûşka ranezaye Heta ez te ji vê dinyayê ranekim Nabim bûk, li xwe nakim çilên jina ye...
Quzulkurt
" Dewleta Şedadiyê bi vî awayî qediya bû dîrok Evina Aşût û Anûşkayê , di nava gel de bû ar u çîrok . "
Sayfa 144Kitabı okudu
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.