-Hêvî dikim ku ez du sê sal berî te bimrim.
-Xwedê neke!
-Lê bi wî şertî ku te jî di gora min de veşêrin.
-?
Da ku bibim ax û heta qîyametê te hembêz bikim...
Deqe çîrok an jî çîrokên dapalandî. Edebiyata cihanê de her çiqas cureyek nû be û hîn pênase lap nehatibe kirin jî em dibinîn kû zargotina Kurdî de ev cure berê de hebû. Di nava gel de him bi forma deqa him jî bi forma diyalogan çîrok hatin dapalandin û kurte kurt dihatin gotin.Çîrokên vî teşeyî en Kurdî Mele Mehmudê Bazidî (1797,1867) bigire