XEZAL:
Memo îro bû eskere
Evînaya me bû kesere
Tu min bibe digel xwe, here
Yan bikuje , yan bikuj paşê here
MEMO:
Tu bes rohnikan bibarîne
Îro dijmin li me kîn e
Westana min laiq nîn e
Xezala min, delala min, bes bigirî
Bihar hat, şîn bûn giya
Cil ber kirin, xemilîn çiya
Geştan bikin, ser kaniya
Ji xêzê diçît, şibhî ziya
Beraq û pak û safiya
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat
XEZAL:
Memo îro bû eskere
Evînaya me bû kesere
Tu min bibe digel xwe, here
Yan bikuje , yan bikuj paşê here
MEMO:
Tu bes rohnikan bibarîne
Îro dijmin li me kîn e
Westana min laiq nîn e
Xezala min, delala min, bes bigirî