Ma ne xebera melayê gundê me bû, gava di pênc deqan de pênc hezar mirov li erdê bûn term û pêre gîha, mîh û teyrik mirin. Melayê gundê me pê re cube avêt û riya xwe ya bi rûmet kur kir, digot, Xwedayê ku vê zilmê qebûl bike ez nikarim jê re nimêj bikim.