Memê Bê Zîn

Helim Yusiv

Oldest Memê Bê Zîn Quotes

You can find Oldest Memê Bê Zîn quotes, oldest Memê Bê Zîn book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Ji jina xwe re li ser rewşa miriyan dipeyivî, digot ku bi hezaran didin du laşê kuçikekî, lê tu kes nade dû laşê kesekî perîşan...
Min pirsa wî welatî ji te dikir. Te berê xwe dida çiya û te digot: -Li wir... ez ê şer bikim, heta ku dilê min azad bibe.
Reklam
Gelek carî wiha bûye ku awirek, peyvek, ramanekn an jî kêlîkeke kurt dibe sedema şewitandina temenekî.
Diya min digot:"Lawo, eger ku tu nêzîkî pîrekan bibî, divê tûrê te mişt pere bin, yan jî mişt derew bin. Vêca pere tune, man derew".
Ez nizanim kijan hovî gotiye:"Dil dile ne sênîyek birxul e." Hema dilê min bûye teştek birxulê belawela.
Li ser hesin bi zimanekî biyanî hatibû nivîsandin (Bijî Demokrasî) zarokekî pêxwas û porgij, ku nû ji xew veciniqîbû, rabûbû bi ser peyva demokrasiyê de mîz dikir.
Reklam
Ma ne xebera melayê gundê me bû, gava di pênc deqan de pênc hezar mirov li erdê bûn term û pêre gîha, mîh û teyrik mirin. Melayê gundê me pê re cube avêt û riya xwe ya bi rûmet kur kir, digot, Xwedayê ku vê zilmê qebûl bike ez nikarim jê re nimêj bikim.
Hema ku mirov nifirekê li yekî bike, mirov bêje Xwedê te bê welat bihêle.
Erê, Leto, ji xelkê we ye ku dilê dînan tuneye. Nizanin ku yên wek te mala bavê mirov dişewitînin. Agir berdidin hestiyê heftê û heft bavên mirov. Mirov dîn dikin û berdidin çolan.
155 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.