Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi sikke meskûk
Ned’ma wehe bêrewac û meskûk
Herçend ko xalis û temîz in
Neqdên bi sikkeyê ‘ezîz in
Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hişyar
Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padişahek
şîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘ilacê
‘ilmê me bibînitin rewacê
idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê
Ya her wehe dê li ’stiwa bit
Hetta weko dewr munteha bit
Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb