Herçendî Sitî wisa ciwan bû
Xuşka wê Zînê wek horîyan bû
Herçendî Sitî wek stêran bû
Zînê wek hîva çardehan bû
Herçendî Sitî hîvek bû çeleng
Zînê ji rojê bêtir şox û şeng
Tacdîn her digot bo mîr eşkere:
Mîrim bila ev Bekir dûr here
Ew hêjayî dergehê te nîne
Ew segê har û dil tijî kîn e
Erê seg û dergavan bira ne
Lê seg çêtir in lew bi wefa ne