Mem û Zîn

Pîremêrd

Mem û Zîn Updates

You can find the Mem û Zîn updates, reader opinions on 1000Kitap.
Şanoname
Mem û Zîn Perdeya Sêyem Perde dema ku vedibe, Mem li ser doşeka xwe rûniştî ye û li benda Zînê ye. Dema ku dengek tê dilê wî hildiavêje. Paşê dinêre ku yek tê ku çarşev li ser e. Bê hemdê xwe hewl dide ku rabe. Dema ku dibîne ew jin Perîzad e, fedî dike. Paşê birqînek tê ber çavên wî û Zînê dibîne. Hêz di çoka wê de nîn e û destê xwe daye ser milê Perîzadê. Perîzad, Zîn bir ser doşekekê dide rûniştandin. Perîzad berê xwe dide Mem: - Ey ne zilam, tu çima şepirze yî? Ji te werê tu şêrkuj û egîd û gelek wêrek î. Devê xwe veke, qise bike ku bila Zîn were ser hişê xwe. Te xêrhatinî jî lê nekir. Ewil te hewl da ku ji ber min rabî. Niha çima xwe wiha bi naz difroşî? Mem keniya û got: - Şêr di çoltera evîna te de dibe rovî. Mem berê xwe da Zînê, bi çavê xwe xêrhatinî lê kir. Hîn jî ji devê wî gotinek dernediket. Di dawiyê de mîna ku bêhna wî çikiya be dibêje: - Zîn... Zîn... a niha... min bawer kir ku tirsa canan zêdetir e ji tirsa şêr û tîr û kuştinê... Ez û lerizîn... Ev gelek giran e. Bi Xwedê gelek giran e. Bawer bike heta niha qet nerecifîm. Wisa dixuyê ku ez êdî tim li hêviya dîtina te bim û êdî karê min bi hukimdarî û dinyadariyê nîn e. Min ji bo evîna te hemû feda kirin. ... Pîremêrd
Mem û Zîn
Mem û Zîn