Kitêbeke Bedîuzzeman a mezin, cara peşî e ku Bi Kurdî Derket!
Kurdîya Mesnewiya Nûriye derket! Ev cara peşîye ku kitêbeke mezin a Bedîuzzeman, bi Kurdî derket. Kitêbên Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî yên bi navê Kulliyata Rîsaleyên Nûr ku Quranê pêşkêşî fêm û mejîye sedsala modern dikin û misilmanan amadeyê esra ilm û zanistê dikin, bi dehan zimanê cîhanê hatin wergerandin.
Xebatên derheq tercumeya bi bal zimanê Kurdî ve jî berdewam in. Ev pirtûka Mesnewiya Nûriye ku kitêba mezin a pêşîne ku werdigere Kurdî. Ev verger ji hêla Weşanxaneya Zehrayê ve hat çapkirin. Ev çapa ku bi cildê çerm û kaxizê zer ê şamûa û bi rengîn derketiye 303 rûpel e. Yê ku tercume kiriye Seydayê Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî ye ku ehlê medreseyên Kurdan e û pisporê lîteratura dînî û edebî ya Kurdî ye. Her wisa jî wek Telebeyekî xalis ê Rîsaleyê Nur, waqifê uslûba Bedîuzzemane.