Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Mewlûda Pêxember

Seydayê Tîrêj
10/10
2 Kişi
8
Okunma
2
Beğeni
454
Görüntülenme
.....Li gor teoriya cureyan tu cureyê edebî bê zeman û sînor nîne. Her cure bi bihurîna demê re diguhere, dikemile û piştre jî diqelibe cureyên din an jî di nav cureyên nû de erkdar dibe. Mînak di dema roman nivîsînê de epîk êdî nayê nivîsîn, gotara epîkî bi tenê dikare bibe hêmaneke derbirîna romanê. Trajediyeke ku di nav dem û dewra xwe de tesîrek giran li ser xwendevan an jî temaşevanan dihêle, piştî ku dem derbas bibe û dewran diguhere ji aliyê nivîskarek nû ve bê nivîsîn, ji wê taybetiyê dikeve, ecêb dibe. Ku rewş ev be, di dema me ya ku cureyên modern zordestî li ser wêjeya klasîk kiriye, rastîtir ciyê wê girtiye, mebest ji nivîsîn an jî çapkirina mewlûdeke nû çi ye? Bi ser de dema em bidine ber hev Mewlûda Bateyî, hem ji aliyê naverok hem jî ji aliyê ziman, hêma û alegoriyan ango estetîkê ve, ji Mewlûda Tîrêj firehtir û bi hêztir e. Bersiv her wekî me li jorê jî gotibû şopên îdeolojîk in. Em dizanin ku di qirnê bîstan de di nav siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurdî de cereyaneke sekuler û çepgiriyê çêbûye. Tesîra van cereyanan li ser medreseyan jî çêbûye û nesleke ku wekî “melayên qomonist” hatiye binavkirin derketiye holê. Cegerxwînê ku tesîreke mezin li ser helbesta kurdî ya sedsala bîstemîn kiriye, mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Em dikarin Seydayê Tîrêj jî endamê vê ekolê bibînin. Lê ferqek girîng heye. Tîrêj ji awayê şêwaz, îdeolojî û naverokê ve çiqas di bin bandora Cegerxwîn de jî be, destekî wî bi dîn ve girêdayî bû ku ev yek di berhemên wî de jî xuya dibe. Ku em bi vî çavî lê binihêrin dikarin bibêjin, tercîhkirina nivîsandina cureyek klasîk ango Mewlûda Pêxember a ku cudahiya Seydayê Tîrêj dide nîşan, taybetiyên îdeolojîk di xwe de dihewîne.
Yazar:
Seydayê Tîrêj
Seydayê Tîrêj
Tahmini Okuma Süresi: 1 sa. 49 dk.Sayfa Sayısı: 64Basım Tarihi: 2015Yayınevi: Peywend
ISBN: 9786058434554Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.