Pirtûka Oscar Wilde, ya bi navê “Mîrzayê Dilşad” di sala 1888’an da çap bûye. Di pirtûkê da 5 çîrokên wî hene. Nivîskar tevn û mijara çîrokên xwe piranî li ser hezkirin û xwehezîyê ava kiriye. Her wekî din di hin çîrokan da xweşikbûn û kirêtî û qencî bûye mijara çîrokên wî. Zarok dê bi saya van çîrokan fêrî berxwedan, hezkirin û dostanîyê bibin. Her wekî din kesên nûciwan û mirovên temenmezin jî bi xwendina van çîrokan dê li xwe mikur bên û di deryaya xeyalên zarokan da avjenîyê bikin.