Pîr Huseyn Kaşanî Dibêje:
Li dora gundê Hawarê, li dora gundê Hawarê
Bargeha şahê min li dora gundê Hawarê
Bi dest û dilê xwe dadwerîyê bike
Çi karên ku xerab bin wan neke
Nanê nemerdan qet nexwe
Bi nekesan re hem ne sozê deyne û
ne peymanşikên be
Bi sozxerab û peymanşikênan re
nêzîkatîyê neke
Jêrenot
Hawar: gundekî li Helebçeyê
Pîr Huseyn: bi eslê xwe xelkê Kaşanê bûye lê li Şarezûrê hatiye dinyayê û li gundê Şêxanê wefat kirîye.
Nameya Serencamê
Abidîn dibêje:
...
Nexwe hûn jî werin bibin mîna min
Li gel dijminan dijminîyê bikin
Neqenc û dijiminan ji nav xwe bavêjin
Da ku rê ji bo we ronî bibe
Rastgo bin û tim gotinên rast bêjin
Mijûlî çi karî ne? Ma hûn gêj in?
Bi rêya rast hûn dê biser bikevin
Rojekê jî hûn ê ser li ser axê deynin
Şah tenê rastîyê ji we dixwaze
Ku hûn rast bin cihê we dê nerm be
Derewan nekin heya ku hûn sax in
Ji ber ku yên derewker bednav in
Bednavî karê bed û kirêt e
Bednav hertim çilmisî ye
Ewil yar e, axir yar e
Ji her tiştî agahdar e
Nameya Serencamê
#Kurdistan💔Mereş
#erdhejî
Nêrgiz Xanim Dibêje
Saqî li cemê meyê dide
Dersa rêya cadê dide
Mêr hemû li dora paşa
Tev li me dikin temaşa
Qewmê bi min neke bawer
Neyê nava koma yawer
Şah Xoşînê Loristanî
(1015-1076)
Yarisan we ra, Yar, san we ra.
Ray heq rasiyen birranan we ra
Pakî û rastî û nîstî û rida
Qedem we qedem ta we menzilga.
Anku
Ey Yarsan rê ev e, ey Yarsan rê ev e
Rêya heq rastî ye û divê di rêya rast de biçin
Pakî û rastî û bexşîn û tunekirina pozbilindîyê ye
Pêngav pêngav heya menzilga mayinde.
Nameya Serencamê
Çi jê hat, te çi ji soz û peymanan kir,
Te çi ji emanetîyên mîna canî kirin.
Tu çima di evîndarîyê de pîr bûyî
Te çi ji ruhsivikiya murxan kir.
Mewlana Celaledîn Mewlewî
Jêrenot:
Ehd û peyman tê maneya soz û peymana Xwedê li gel evdên xwe.
Nameya Serencamê - Yarsan(Ehlê Heq)
Ya Xwedê ev kebeya meqsûd mêzegeha kî ye
Ku teraşên rêya wê gul û nesrînên min in.
Dîtina rûyê te pêdivî bi çavên canbîn heye
Ka çavên min yên cîhanbîn dikarin te bibînin.
Sedî