Nêrgiz Xanim Dibêje
Meya min yar e, cama min yar e
Şadîya min yar e, mirada min yar e
Hizra min yar e, hişê min yar e
Hişê çi? Xweşîya min yar e
Deryaya min yar e erdê min yar e
Bilindîya min yar e, nizmîya min yar e
Ey Nêrgiz, Xwedê bûye yarê min
Êdî bes e û ez rizgar im
Abidîn dibêje
...
Bi gêjan re nebin hevrê
Dostî bi gêjan re nayê kirin
Ji pozbilindîyê xwe dûr bigrin
Bila hûn bi beyhide têde neçin
Derewan nekin, tim rast bêjin
Axir derewkar ma gêj in?
Ji bexîlîyê xwe dûr bixin
Dinyayê nadin bexîlan
Ewil yar e, axir yar e
Ji her tiştî agahdar e
...
Ya Xwedê ev kebeya meqsûd mêzegeha kî ye
Ku teraşên rêya wê gul û nesrînên min in.
Dîtina rûyê te pêdivî bi çavên canbîn heye
Ka çavên min yên cîhanbîn dikarin te bibînin.
Sedî
Baba Serheng Dewdanî :
Serhengi Dewdan Serhengi Dewdan
Ez ke namimen Serhengi Dewdan
Çenî êrmanan megêlim herdan
Mekoşim perê ayîni Kurdan
Anku
Ez Serhengê Dewdan, ez Serhengê Dewdan
Ez ê ku navê min Serhengê Dewdan e
Tevî xulaman li çîyayan digerim
Û ji bo ayîna Kurdan têdikoşim
Baba Serheng Dewdanî :
Di sala 324'an (936' a zayînî) de li derdora lûtkeya Şahoyê jiyaye.
Nêrgiz Xanim Dibêje
Saqî li cemê meyê dide
Dersa rêya cadê dide
Mêr hemû li dora paşa
Tev li me dikin temaşa
Qewmê bi min neke bawer
Neyê nava koma yawer